Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bekîr Kaya Rewşa Wanê Dinirxîne


Bekîr Kaya Rewşa Wanê Dinirxîne
Bekîr Kaya Rewşa Wanê Dinirxîne

Şaredarê Wanê Bekîr Kaya destnîşan dike ku di erdheja yekê da gelê Wanê zû bixwe hatîye, lê erdhêja 9'ê Mijdarê pir zêde li ser derûnîya gelê Wanê bandoreke mezin çêkirîye û Wanî ji tirsa xwe nikarin bikevin malên xwe.

Birêz Kaya jibo rewşa avahîyên ku ji erdhejê de zirar dîtine jî dibêje “hîn ew lêkolîn dawî nebûye, lê dema ku ev xebat qedîya ez bawer im dê were dîîtin ku ji % 60 avahîyên Wanê xesar dîtine."

Bekîr Kaya li ser rexneyên navbeyna şaredarî û walîtîyê jî dibêje, Walîyê Wanê ji roja yekê erdhejê heta îro bajarvanîyê nexistîye nav kar û xebatên kordînasyona alîkarîyan.

Bekîr Kaya dibêje ku çiqas alîkarî, çiqas pere gehîştîye hev ew nizanin, jiber ku ne hikûmet ne jî wilayeta Wanê, di derbarê van xebatan de agahî nedane şaredarîyê, lê li gorî daxuyanîyên karbidestan, heta niha 234 mîlyon YTL alîkarî ji derveyê welat hatîyeTirkîyê.

Şaredarê Wanê destnîşan dike ku, li hemî Tirkîyê, ji Wanîyan re alîkarî hatîye kirin, lê divê êdî dewlet alîkarîyan bidomîne û nexşeyek jibo Wanê amade bike.

Foto: Xecîcan Farqîn

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG