Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Belçîka Hejmera Pêketîyên COVID–19 Zêde Dibe


Belgium outbreak virus
Belgium outbreak virus

Karbidestên Belçîkî dibêjin ku bûyerên vîrusa korona yên li wî welatî bi rengekî berbiçav zêde dibe.

Ew bal dikşînin ku hîn ne dîyar e gelo pêla duya ya belavbûna vîrusê çiqas xurt e û heta kengî bidome.

Belçîka welatekî piçûk ya Ewrupa ye ku û xwedîyê nifûsa nêzî 11,5 mîlyonê ye û vîrusa korona ji wê re bûye sedama gelek encamên giran û xirab.

Li Belçîka heya niha nêzîkî 10,000 kes jiber nexweşîya COVID -19 jîyanên xwe hinda kirine.

Di hefteya çûyî de her roj testa nêzî 491 kesan erênî derket, ku ew ji hefteya borî % 68 bilindtir bû.

Frederique Jacobs, berdevika tîma krîza COVID-19 ya hikûmetê, îro Duşemê ji rojnamevanan re ragihand ku her çend hêjmara kesên li nexweşxaneyan zêde dibin jî dermankirina pêketîyên heyî di bin kontrolê de ye.

Herwiha, ji destpêka Tîrmehê vir ve hejmera mirovên li beşên lênihêrîna giran ya li nexweşxaneyan du qat zêde bûye.

“Vîrus li herema me bi şewazekî xurt belav dibe. Hejmara hêj jî zêde dibin," Jacobs bi berdewamî got.

Jacobs da zanîn ku bi bi gelemperî vîrus li taxên qelebalix, xizan, û di nav mirovên 20-40 salî de belav dibe û herwiha piranîya kesan vîrusê jiber ku hevalên wan ne xwedî nîşanên giran yên nexweşîyê ne, vîrusê digirin.

XS
SM
MD
LG