Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Belarûs Xwepêşandanên Mezin Didomin


Li paytexta Belarûs ya Minsk Îro Yekşemê dîsa xwepêşandanên girseyî, 1 Mijdar 2020.

Li bajarê Minsk, paytexta Belarûs'ê Îro Yekşemê dîsa xwepêşandanên girseyî yên bi beşdarbûna bi dehhezaran ku daxwaza karvekişandina serokê welat Alexander Lukashenko dikin, tên dom kirin.

Di xwepêşandanan de, polîsan guleyên hîşyarkirinê avêtin hewayê, bombeyên destan yên gêjbûnê bikar anîn, herwiha gelek kes desteser kirin.

Li Minsk paytexta Belarûs'ê, ev 12 hefte ne, ji hilbijartina seroktîyê ya 9'ê Tebaxê û vir ve ku encamên wê ji hêla opozîsyonê ve nayê qabûl kirin xwepêşandanên mezin tê darxistin û ev protestoyên girseyî li hember serok Lukashenko ku 26 sal in li ser desthilatê ye zextê dikin ku karvekişîna xwe ragihîne, lê ew dibêje ku ewê dest ji seroktîyê ber nede.

Di vê heftêyê de serok Lukashenko bi qismî sînorê rojava girt, wezîrê xwe yê karên navxweyî guherand û got ku her xwepêşanderek, destê xwe bavêje polîsan divê "qe nebe bê dest werin hiştin".

Karbidestên payebilind yên polîsan tehdît kirin ku heke pêwîst be ewê çekên guleyî dijî xwepêşanderan bikar bînin.

Lê, rojnameya "Nasha Niva" ragihand ku îro careke din herî kêm bi deh hezaran kes ber bi paytext Minsk' ê ve meşyan.

Xwepêşanderek ku nexwestîye navê xwe bide, bi telefonê got ku rewş bi rastî metirsîdar e û her kes di tengezariyê daye "Otobus û alavên polîsan tim û tim liber, pêş û dora meşê digerin. Wiha xûya dike ku mirov jibo her cûreyê mezinbûna alozîyan re amade ne." xwepêşandەr got.

Koma mafên mirovan Vesna-96 navê 45 kesên ku hatibûn binçav kirin weşandin.

Şahidekî ji Reuters re got ku polîsan êrîşî xwepêşanderên ku gihiştin herêma Kurapaty kirîye, ku cîhek bîranînê ya jibo qurbanîyên darvekirinê ji alîyê polîsên veşartî yên Yekîtiya Sovyeta berê ye û ew cih li ber ava Minsk'ê ye.

"Gelek kes hatine desteser kirin. Hemî tişt li qadeke vekirî qewimî, jiber vê yekê cîhek ku mirov birevin tune bû," şahidê ku nexwestîye navê xwe eşkere bike got.

Di vîdyoyeke da, ku ji hêla medyaya Radioya Ewrûpa Azad/ Radiyioya Azadiyê (RFE / RL) ve hat weşandin, tê xûya kirin ku zilamek bi kincên sivîl li hewşeke nêzîkî protestoyan de, bi çeka topa boyax kirinê (paintball) êrîşî rûniştevanek dike û herwiha dû wî kesê dide. Lê, ev dîmen bi serbixweyî nehatin piştrast kirin.

Li Minsk, înterneta têlefona desta tune bû û gelek îstasyonên metroyê bi kurtasî hatin girtin.

Hejayî balkişandinê ye, ku Belarûs Komareke Yekîtîya Sovyeta berê ye û hejmara xwecihên wê 9.5 mîlyon kes in. Ji 9'ê meha Tebaxa 2020'an û virve ku hilbijartina seroktîya welat pêk hatibû, xwepêşandanên girseyî berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG