Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Belarûsya Xwepêaşandanên Nerazîbûnê Îro jî Didomin


Li Belerûsya bi deh hezaran kes îro Înê herikîn kolanên paytext Mînskê ku tundîya polîsan ya ser xwepêşanderên dijî hikûmetê û desteserkirina bi sedan kesan şermezar bikin.

Di xwepêşandanên îro de pirtir ji 20 hezar kes li Qada serxwebûnê civîn ku encamên hilbijartinê protesto bikin.

Di dema xwepêşandanê de jimareke leşkerên ku avahîya navenda hikûmetê diparêzin, wek piştgirîdana xwenîşanderan mertalên xwe nizim kirin û jimareke jin jî çûn ku wan nobedarana maç bikin.

Li Belerûsya ji destpêka vê hefteyê vir ve xwenîşander derketine qadan ku encamên hilbijartina seroktîyê protesto bikin.

Xwenîşander û bizavkarên Belarûsî bawer dikin ku di hilbijartinê de hîle û sextekarî hatine kirin.

Jiber xwepêşandanên berdewam û reaksîyonên navnetewî hikûmetê biryar da ku dora 2,000 kesên desteserkirî azad bike.

Komîsyona Hilbijartinê ya Belarûsê dîyar kiribû ku Lukashenko, ku 26 sal in li desthilatê ye, 80 ji sedê dengan sitandiye û bi ser ketiye.

Li ser eşkerebûna encaman protesto destpê kiribûn ku di pevçûnan de heta niha 2 kes hatine kuştin û bi qasî 6000 kes jî hatine desteser kirin.

XS
SM
MD
LG