Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Belarûsî Dijî Lukashenko Helwesteke Tundtir ji Amerîka û Ewrupa Dixwaze


Sviatlana Tsikhanouskaya

Seroka opozîsyona ya Belarûsya Sviatlana Tsikhanouskaya îro Çarşemê bang li Yekîtîya Ewrupa (YE) û Amerîka kir ku helwestên xwe yên dijî serok Aleksandir Lukashenko tundtir bikin.

"Bi armanca alîkarîya dawîkirina desthilatdarîya Lukashenko divê Yekîtîya Ewrupa (YE) û Amerîka wêrektir û bi hêztir tevbigerin," got.

Tsikhanouskaya di civînek ya li ser înternetê bi gelek wezîrên karên derve yên YE re peyîvî.

Wê ji YE xwest ku paketa çaran ya toleyên hemberî alîgirên Lukashenko demûdest were pejirandin.

Hevdem, Tsikhanouskaya ji Lîtwanya bang li YE kir ku di derbarê binpêkirinên mafên mirovan de lêpirsîneke navneteweyî bike û kesên berpirsi wek terorîst destnîşan bike.

Wî nerazîbûna xwe dîyar kir ku bersîva navneteweyî ya hember Lukashenko hîn jî nerm e.


XS
SM
MD
LG