Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

 Li Belarûsya 100 Hezar Xwepêşander li Kolanan Bûn Û 250 Kes Tên Girtin


Wêne: Arşîv

Ajansa Reuters radigihîne ku îro Yekşemê ne kêmtir ji 100,000 kesan beşdarî di xwepêşandanên Belarûsya da kirin dema ku xwepêşandanên dijî desthilatê herikîn navenda bajarê Minsk paytexta welat.

Şahidekî gotiye Reuters wan dîtiye dema ku polîsan roja Yekşemê xelk digirtin, herwiha ajansa Interfax li gor wezareta Navxweyî dibêje, 250 kes hatine girtin.

Serokê Belarûsya Alexander Lukashenko rastî pêlên xwepêşandan û xezeba gel tê piştî ku di hilbijartinên meha Îlonê da serkeftin li seranserî welat di hiblijartinên serokatiyê da ragihand bûn.

Hêzên opozisyonê dibêjin Alexander Lukashenko sextekarî di encamên hilbijartinan da kirine, lê Lukashenko gotinên opozisyonê red dike.

Herwiha ajansa Frans Press AFP, dide zanîn ku wezareta Navxwe ya Belarûsya daxuyaniyek weşandiye û dide zanîn ku polîsan li ciyên cûda yên paytext Minsk di xwepêşandanên hefteyî ya roja Yekşemê da, 250 kes girtine. Weke daxuyanî dibêje ku kesên hatîn girtin, siloganên dijî hikûmetê gortine û helgirên parolên ku gotinên xirab li ser hatbûn nivîsandin girtine.

XS
SM
MD
LG