Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belarus jiber Korsanîya Dawî Rûbirûyê Toleyên Navnetewî Ye


Firokeke kompanîya esmanî ya Ryanair li Belarûsê

Hejmareke kompanîyên esmanî yên rewîtîyê îro Duşemê diyar kirin êwê ji ser qada esmanî ya Belarûsî nefirin.

Ev biryara kompanîyan, piştî ku Belarûsê bi armanca sekinandina balafirek rêwîtiyê ya Ryanair û rojnamevaneke rexnegir desteser bike, hate ragihandin.

Ev gava Belarûsê ji hêla hêzên rojavayî ve wek kiryareke "korsanîya dewletê" hate binav kirin.

Yekîtîya Ewrupa (YE) wek wersîva bûyera Yekşemê, raman dikir ku qada esmanî ya bigire, û veguhastina erdê sînordar bike, û her wiha toleyên ku jixwe berê de dijî komara Sovyeta berê hatine danîn, xurttir bike.

Serokwezîrê Belçîka Aleksander de Croo di derbarê mijarê de agahî da rojnamevanan û got ku divê bertekeke demûdest û tund hebe.

Wezîrê Karê Derve yê Îrlanda Simon Coveney, bi karanîna heman zimanê ku ji hêla gelek welatên cihêreng yên navneteweyî yên YE, mijar şîrove kir:

“ Ev korsanîya esmanî ya ku dewlet piştgirî didê ye, ” Coveney got.

Sê dewletên Baltîkî destnîşan kirin ku pêdivî ye ku qada Belarûs wek 'ne ewle' were ragihandin û ku YE divê qada esmanî ya xwe ji firînên Belarûs re, qedexe bike.

Dema ku alozîyên herêmî zêde dibin, Belarûs û Lîtvanya balyozên hevdu dersînor kirin.

Hin kompanîyên esmanî yên rewîtîyê û heremên navneteweyî di derbarê bersîvdayîna bûyerê de bê biryar yan pêşbînîkirin man.

Brîtanya dîyar kir ku ew bo kompanîyên esmanî yên Brîtanî dest bi lêkolîneke kiriye ku fermana rawestindina firînên ser Belarûsê, rawestînin.

Hevdem, Brîtanya got ku ew dikare destûra karanîna pedîvîyên Belarûs ya herrî mezin ya neteweyî demûdest betal bike.

Kompanîya esmanî airBaltic ya Letonya û ya Îskandînavya SAS ragihandin ku ewê qada esmanî ya Belarûsê bi kar neyînin.

Hevdem, Avia Solutions ya Qibrisê ewê li gor tevahîya biryaran tev bigere.

Wezîrê guhastinê yê Lîtvanya, Marius Skuodis, dîyar kir ku kompanîya LOT ya Polonya û ya Macarîstanê Wizzair dê wek yên din qada esmanî ya Belarûsya bi kar neyînin.

Her wiha, wî da zanîn ku hemî firînên ji û ber bi balafirgehên Lîtvanya, divê ji nîvê şevê ve ji qada esmanî ya Belarûsê dûr bikevin.

Welatan Rojavayî desteserkirina rojnamevanê rexnegir Roman Pratasevich yê 26 salî bi tundî rexne dikin û azadkirina wî daxwaz dikin.

Di bûyera ku do qewimî de, balafirek ku ji Yunanîstan diçû Lîtvanya bi îdya agahdarî ya bombeyê bi zorê hat şandinê Minsk ya paytexta Belarûs û rojnamevanê rexnegir yê ji hêla hêzên Belarûsê ve di balafirê de hate desteser kirin.

Serokê Konseya YE Charles Michel bûyer wek "skandalek navneteweyî" bi nav kir û got ku ew hêvî dike ku 27 welatên endam li ser toleyan bersîvdaneke hevbeş bidin.

Dibe ku navendên navneteweyî yên YE' yê kompanîya Belavia ji balafirgehên Ewrupayê qedexe bike û li gor karbidestekî YE ragihand kir di derbarê veguhestina erdê hin tedbîrên din yên nezelal disekinin.




XS
SM
MD
LG