Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Belçîkî 10 Bergumanên DAIŞê Desteser Dikin


Polîsên Belçîkî
Polîsên Belçîkî

Polîsên Belçîkî îro Sêşemê 10 kes li Brukselê desteser kirin, bi sedema ku ew endamên toreke piştgirîya DAIŞ'ê ne.

Serdozgerîya Belçîkî ragihand ku ew kesên desteserkirî xebat dimeşandin ku endamên nû ji DAIŞ'ê re qezenc bikin û wan bişînin Sûrîyê.

Serdozgerî bi berdewamî da zanîn ku ew kesên berguman di jimareke operasyonên li li deverên cihê yên paytaxt Bruksel de hatin girtin.

Ofîsa serdozgerî bal kişand ku peywendîya operasyonên dawî bi êrîşên terorîstî yên Parîsê re tuneye ku 130 kes tê de hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG