Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Belçîka Hizra Jinûve Vekirina Firîngeh û Metroyê Dike


Serokwezîrê Belçîka û wezîrên girîng yên hikûmeta wî îro Înê nirxandinan dikin ku firîngeha Brukselê ku hefteya borî bûbû armanca êrîşên terorîstî, vekin yan ne.

Di vê demê de ku Civata Ewlehîya hikûmeta Belçîkî di pş derîyên girtî de civîya, sendîkayên polîsên Belçîkî daxwaza xurtkirina pîvanên ewlekarî yên rêwîyan û bagajên wan dikin, berî ku ew bigehijin fîrokexaneyan.

Sendîkayên Belçîkî gefa neçûna ser karan dikin, heta ku tedbîrên ewlehîyê ku ew dixwazin bi cîh neyên.

Hêjayî bîrxistinê ye firîngeh û sîstema metroya Brukselê di 22'yê Adarê de bûbûn armanca êrîşên xwekujî û 32 kes di wan êrîşan de hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG