Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryara Dadgeha Belçîkî ya Ser Kurdan Wê Bandorên Çawa Bîne?


Bilindtirîn dadgeha Belçîkî berî demeke kin biryar dabû ku nabe Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek rêxistineke terorîst were qebûl kirin jiber ku ew alîyekî şerê navxweyî yê li Tirkîyê ye.

Dadgehê di şîrovekirina biryara xwe de dabû zanîn ku ew tev li biryara pêştir ya Dadgeha Pêdaçûnê dibe ku PKK ne rêxistineke terorîst e loma ew nikare di çarçoveya terorê de were darizandin.

Dadgeha Pêdaçûnê ya Belçîkî di meha Adar ya sala borî de biryar dabû ku PKK alîyekî şerê navxweyî yê li Tirkîyê ye, loma jî nabe ew wek rêxistineke terorîstî were bi nav kirin.

Tirkîyê li dijî wê biryarê serî li Dadgeha Bilind ya Belçîkî dabû ku dawîtirîn qada hiqûqî ya li Belçîka ye.

Parêzerê dozê yê Belçîkî Jan Fermon, ku di heman demê de Sekreterê Giştî yê Rêxistina Navnetewî ya Parêzerên Demokrat e, biryara dadgehê wek pêşketineke pir girîng dinirxîne.

“Ev biryar gelek girîng e jiber ku tê wateya vegera ji sîyaseta tawanbardîtina Kurdan ya dehan salan e ku li Ewrupa tê meşandin. Piştî vê biryarê rêxistinên Kurdan ku bawerî heye nêzî PKK’ê ne, nikarin bi îdiaya terorê werin dadgeh kirin.”

Fermon herwiha bal dikşîne ku bi vê biryara nû PKK wek beşeke şerê navxweyî yê dûrûdirêj li Tirkîyê tê dîtin û ew jî derfeta çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkîyê peyda dike.

“Bi vê biryarê jibo dewletên Ewrupî derfet çêdibe ku di çaserkirina pirsa Kurdî ya bi rêkên sîyasî û aştîyane de roleke girîng bilîzin jiber ku dadgeh rewşa li Tirkîyê wek şerekî navxweyî ya dûrûdirêj dibîne. Ger welatên Ewrupî wek dadgehê bifikrin û di çareserkirina pirsa Kurdî de cidî bin, divê sîyaseta xwe li gor wê biguherin. Lê em dizanin ku pir caran berjewendîyên dewletan sîyasetên wan dîyar dikin.”

Wek Fermon bal dikşîne, Wezîrê Derve yê hikûmeta Belçîkî Philippe Goffin rojeke piştî eşkerekirina biryarê got ku biryara dadgehê biryareke serbixwe ya sîstema dadwerî ye û ti bandor li ser wan neke. Loma ewê bi berdewamî PKK’ê di nav lîsta terorê de bihêlin.

Wezareta Derve ya Tirkîyê jî reaksîyoneke tund li dijî biyara Dadgeha Bilind ya Belçîkî nîşan da û got ku biryara sîstema dadwerîya Belçîkî ji PKK’ê re piştgirîyeke zelal e, ku ji alîyê Yekîtîya Ewrupa ve wek rêxistineke terorîst tê dîtin.”

Endamê Konseya Rêvebir ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Zubeyîr Aydar, ku bi xwe jî dihat darizandin, ji Dengê Amerîka re got ku biryar dîrokî ye û dozên ku 10 sal berî hatibûn vekirin, bi encameke erênî bi dawî bûn.

Tevî ku Aydar geşbînîya xwe li ser biryarê dîyar dike û bawer dike ku ew biryar wê derîyên ne ji Kurdan re veke, hikûmeta Tirkîyê jî hewilên xwe didomîne.

Wezareta Derve ya Tirkîyê bang li hikûmeta Belçîkî kir ku hemî tedbîrên pêdivî bigire ku biryara çewt ya dadgehê rast bike û bi awayekî hîn pirtir rêgirî li kiryarên PKK’ê bike.

Enqerê bertekên tund li Konferansa Kurdî ya 16’an ya Parlamana Ewrupî jî nîşan dabû hefteya borî her li Brukselê hatibû lidarxistin û ji hikûmeta Belçîkî protesto kiribû.

Sîyasetvanên Kurd jî wê helwesta Tirkîyê wek êrîşkarîya dijî nasnameya wan ya netewî dibînin û ji welatên Ewrupî dixwazin ku piştgirîya mafên wan yên bingehîn bikin û biryara bilindtirîn dadgeha Belçîkî ji xwe re wek rêber bigirin û guherin di sîyasetên xwe de bikin.

Biryara Bilintirîn Dadgeha Belçîkî ya Ser Kurdan Wê Bandorên Çawa Bîne?
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:58 0:00

XS
SM
MD
LG