Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belçîka Hember Zilamekî Doz Vedike ku Pêzanînên Ser Êrîşên Brukselê Dizîne


Polîsên Belçîkî (Arşîv)
Polîsên Belçîkî (Arşîv)

Karbidestên Belçîkî zilamek desteser kir û bi dizîna meteryalên ji dozgerên Belçîkî tawanbar kir.

Karbidestan dîyar kir ku wî ji ofîsa dozgeran agahîyên derbarê otopsîya qurbanîyên êrîşên terorîstî yên Bruskselê, ku di sala 2016’an de çêbûbûn, dizîne.

Dozgerên Brukselê ragihand ku wan Înîya borî ji bûyera dizîna pêzanînên girîng agahdar bûne û roja paştir jî nasnameya wî kesî eşkere kirine.

Karbidest dan zanîn ku navê wî kesî E.K.I. ye û ew berê jî bi tawana tbeşdarbpna kiryarên rêxistineke terorîstî, bi pênc sal cezayê zindanê hatiye mehkûm kirin.

Dozger dibêjin ku ew kes bê destûr ketiye odeya pisporê saxlemî ya dozgerîyê û hardîska kompîterê û jimareke tiştên din jî wê odeyê biriye.

Karbidestan ragihand ku tiştên ku hatine dizîn, hîn jî nehatine dîtin.

XS
SM
MD
LG