Walîyê herêma Belgorodê îro Çarşemê jiber bombebarana Ukrayna rewşa awarte ragihand.
Vyacheslav Gladkov ji Telegramê dîyar kir ku rewşa li Belgorodê dijwar e, mal hilweşîne, sîvîl mirine û birîndar bûne.
Gladkov dîyar kir ku wan jibo herêmê rewşa awarte ragihandiye û got ku ewê ji komîsyona hikûmetê bixwazin ku rewşa awarte ya federal jî ragihînin.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ragihandibû ku hêzên Ukraynî li herêma Kursk ya cîrana Belgorodê 74 wargeh kontrol kirine.
Zelenskyy dabû zanîn ku bi sedan leşkerên Rûsî xwe radest kirine û ewê li hember wan bi awayekî mirovane tevbigerin.
‘’Wek Ukraynîyan, me careke din piştrast kir ku em dikarin bi her awayî bigihîjin armancên xwe û em dikarin berevanîya berjewendî û serxwebûna xwe bikin.’’
Serokê Amerîka Joe Biden roja Sêşem got ku ew di rojên dawî de her çar pênc saetan carekê, ser kiryarên hêzên Ukraynî tê agahdar kirin.
Ukrayna roja Sêşemê gotibû ku ew naxwaze axên li Kurskê ketine bin kontrola wê, demeke dirêj di destê wê de bimîne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Ukrayna Georgiy Tykhy dîyar kir ku berovajî Rûsya pêdivîya Ukrayna bi milkê kesên din tuneye.
Tykhy got ku bala wan li ser sitandina herêma Kurskê ye, lê ew dixwazin berevanîya gelê xwe bikin.
Wî dîyar kir ku kiryarên Ukrayna bi her awayî rêwa ne.
Rûsya roja Sêşemê dîyar kir ku yekîneyên wê operasyonên nû yên hêzên Ukraynî yên li Kurskê rawestandine, lê ji herêmê 120,000 kes revîne.
Hêzên Rûsî Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kirin û ji wê çaxê vir ve axên li başûr û li rojhilata wî welatî xistin bin kontrola xwe.
Operasyona hêzên Ukraynî yên li Kurskê ji destpêka dagirkerîya Rûsya vir ve operasyona herî mezin ya dersînor bû û wer xuya ye ku Moskow ne li benda operasyoneke wisa bûye.
Jêder: Reuters, AFP, AP, VOA