Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Hêzên Wê li Rojavayê Welêt Dron û Muşekên Ukrayna Xistine


Karbidestên Belgorod ya li rojavayê Rûsya îro Çarşemê radigihînin parçeyên dema droneke Ukrayna hatiye pûç kirin jê ketine zarar dane du avahîyan.

Wezareta Berevanî ya Rûsya jî radigihîne berevanîya esmên li Belgorodê 3 dron û 6 muşek xistine.

Wezaretê da zanîn ku li herêma Kaluga jî dronek hatiye xistin û karbidestên wir ti brîndarbûn û zarar ranegihandine.

Artêşa Ukrayna jî îro Çarşemê da zanîn ku hêzên wê bi şev 24 dronên Rûsya pûç kirine.

Li gor ragihandina artêşê êrîşên hêzên Rûsî li herêmên Dnipropetrovsk, Donetsk, Odesa, Sumy û Zaprozhzhia li dar ketine.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy roja Sêşemê bi şev dîyar kir ku ew têkoşîna dijî Rûsya didomînin û bang li hevbendan kir ku demûdest alîkarîya çekan bidin.

Zelenskyy dîyar kir ku hevbendên Kîevê divê bibînin ku pêdivîyan wan ya çekan ne jibo havînê ye, lê jibo niha ye, jibo van rojan e.

Ji alîyê din ve Wezareta Berevanî ya Rûsya do Sêşemê ragihand ku hêzên wê jibo hazirkirin û karanîna çekên navokî yên ne stratejîk dest bi perwerdeyên pratîk kirine.

Wê wezaretê dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin serê Gulanê ser ‘’gef û daxuyanîyên provokatîf yên karbidestên Rojavayî’’ fermana hîndarîyan daye.

Serokê Fransa Emmaneul Macron dîyar dike ku NATO şandina leşkeran jibo Ukrayna paşguh neke û Wezîrê Derve yê Brtanya David Cameron jî dibêje ku mafê Kîevê heye ku muşekên dewletên Rojavayî bifirîne axên Rûsî.

Hîndarîyên ser çekên navokî yên ne stratejîk li sînorê Rûsya û Ukrayna û li herêmeke başûr ya leşkerî ya ku Kîev dibêje Moskowê dagir kiriye li dar dikevin.

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku dîyar kir ew di hîndarîyan de test dikin ku ka leşkerên çekên navokî yên ne stratejîk jibo berevenîya ax û serwerîya welêt hazir in yan ne.

Dewletên Rojavayî, Putin sûcdar dikin ku ew bê ku hay ji berpirsîyên xwe hebe gefên navokî dixwe.

Çekên navokî yên ne stratejîk, ku wek çekên taktîk jî têne nas kirin, li gor çekên navokî yên stratejîk qels in lê dîsa jî kapasîteya wan heye ku hilweşîneke mezin çêkin û zarareke pir bidin.

Jêder: VOA, AP, AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG