Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Wezîrê Berevanîyê Nû yê Rûsî Wê Aborîya Şer Biafrîne


Belousov û Putin
Belousov û Putin

Şêwirmendê seroktîya Ukrayna Mykhailo Podolyak îro Duşemê got ku Moskowê wezîrê berevanîyê yê nû Andrei Belousov jibo aborîya şer destnîşan kiriye.

Mykhailo Podolyak anî ziman ku erkdarkirina Belousov nîşan dide ku Moskow li gor pêdivîyên şerê li Ukrayna, sererastkirin û jinûve sazkirina aborîya xwe armanc dike.

Zêdetirî du salan piştî ku Rûsyayê Ukrayna dagirkirina kir, Serokê Rûsya Vladimir Putin do Yekşemê, Andrei Belousov - cîgirê berê yê serokwezîrê welat û aborîzan- di biryarek çaverênekirî de wek wezîrê berevanîyê destnîşan kir.

Kremlînê ragihand ku Putin herwiha dixwaze ku wezîrê berevanîyê yê berê Sergey Shoigu bibe Sekreterê Civata Ewlekarîyê ya Rûsya û ji kargehên pîşesazîyê leşkerî jî berpirsîyar be.

Podolyak ji Reutersê re got ku Rûsya hema hema tevahîya aborîya xwe ber bi xetên leşkerî ve dikişîne ku wê bibe welatekî mîlîtarîst û aborîya xwe tenê jibo hilberînaleşkerî saz bike.

"Bêguman ev guherînên ku em îro dibînin, delîlên veguherîna tevahî ya Federasyona Rûsya ne," Podolyak got.

Li gor gelek çavderan, dema ku Ukrayna li qada şer bê çek û bê leşker maye, hêzên Rûsî hêdî hêdî li herêma rojhilata Donbasê pêşve diçin û li bakurê rojhilatê herêma Kharkivê jibo êrîşek nû zorê didin.

Podolyak got ku piştî 27 mehan şer di qonaxeke girîng de ye û banga tundtirkirina toleyên dijî Moskowê kir.

Wî herwiha banga Kîevê ya jibo zêdetir piştgirîya leşkerî ya Rojavayî dubare kir.

Podolyak bal kişand ku jibo Ukrayna zêdetir hêza esmanî hewce dike.

"Zêdetir kanînên dûravêj, bêtir cebilxane û gule hewce ne, jiber ku niha qonaxeke dîyarker ya şer e, ku wê cîhana piştî şer dîyar bike," wî got.


Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG