Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke Hember Mizgeftekê de 4 Kes li Pakistanê Hatine Kuştin


Peqîneke li Quetta (Arşîv)

Di peqîneke ser mizgeftekê de 4 kes li rojavayê başûrê Pakistanê hatine kuştin û pirtir ji 20 kesên din jî birîndar bûn.

Polîsên Pakistanî ragihand ku di peqîna li nêzî bajarê Quetta de maleyê mizgeftê jî hate kuştin û tirsa wan heye ku hejmara kuştîyan hîn pirtir be.

“Peqîn bi cîhazeke demjimêrî hate kirin ku di bin kursîya melê hatibû veşartinr,” berpirsê polîsên Quetta Abdulrezaq Şmea ji Reutersê re got.

Quetta paytexta herêma Belucistanê ya hevsînora Afganistan û Îranê ku tevgera cudaxwaz û komên Îslamî li wê derê aktîf in.

Hêjayê balkişandinê ye ku heta niha ti kes berpirsîya peqînê ranekiriye ser xwe.

XS
SM
MD
LG