Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîka li Îraqê Ser Xeterîya Bendavê Mûsilê Hişyarî Dide


Bendava Mûsilê

Balyozxaneya Amerîka li Îraqê ji bo valakirina avbenda Mûsilê pêşnîyarên xwe dane zanîn û got ev dikare jîyana 1.5 mîlyon kesan di dûmahîka têkçûna vê avbendê da rizgar bike.

Ew çend mehên ku şikên li ser têkçûna avbenda Îraqê ya herî mezin zêde dibin ku pêlên ji avbendê tên dikare bajarê duyemîn Mûsilê wêran bike û piranîya paytaxt Bexdayê jî bin av bike.

Avbend li ser bingehek neqahîm hatîye avakirin û her diçe bingehê vê dihizime û piştî DAIŞê di sala 2014an de bo demeke kin bajar girt qayimkirina avahîya derizî ya avbendê hate paşdan.

Balyozxaneya Amerîka di daxuyanîyeka li ser malpera xwe da got, me ti agahîyên taybet nîne ku îşaret bide ka kengî şikestinek dikare çêbe.

Daxuyanîya balyozxanê got, di senaryoya şikestinekê da 500,000 heta 1.47 mîlyon Îraqî di herêmên herî nêziktir li ber pelên lêserê li derdorên Çemê Dîcleyê dibe ku nekarin xelas bibin heke nehên vala kirin.

Balyozxanê got, jibo ku bigehên cîhên ewle, gelê li Mûsil û Tîkrîtê divê ku 5 heta 6 kîlometran ji çem dûr bikevin.

Rûniştvanên ku danga çem li Samara dijîn ku lêser dikare avbendaka li vê derê bide zorê dibe ku heta 16 kîlometran jê dûr bikevin.

Di plana tedbîrgirtinê de tê gotin gelek ku herêmên Bexda û firîngeh jî di nav da dê bin av bin.

Lêkolînê got ku ev felakete dikare elektrîka hemû Îraqê bigire, zirarê bide gelek çandingehên herî baş ya welat û paytêxt jî bi hefteyan bin lehîyê da bihêle.

Fîrmayeke Îtalî hatiye bijartin da ku tamîra avbenda Mûsilê ya ku niha ji alîyê pêşmergên Kurd ve tê parastin, bike.

Hikûmeta Îraqê xeterîya avbenda Mîsûlê biçûk dibîne, lê Amerîka hişyarî dide ku potensîyela felaketeke mezin heye.

XS
SM
MD
LG