Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevana Navdar Amanda Bennett Dibe Dîrektora Nû ya VOA


Rojnamevana navdar Amanda Bennett wek dîrektora nû ya Dengê Amerîka (VOA) hat bi nav kirin. Bennett ku di rojnameyên girîng de kar kiriye, xwedîyê Xelata Pulitzer ya nirxdar e û nivîskara jimareke pirtûkan e.

Bennett wê di 18ê Nîsanê de sond bixwe û di navenda giştî ya VOA de dest bi karê xwe yê nû bike.

Bennett berê wek edîtora rêvebir ya Bloomberg News xebitîbû û wê heta 2013an li wir tîmeke cîhanî ya rojnamevanên lêkolînêr afirandibû. Berê wê jî Bennett, edîtorîya rojnameya The Philadelphia Inquirer kiribû.

Wê her wiha 20 sal di rojnameya The Wall Street Journal de wek nûçegîhan û edîtor kar kiribû û jiber ragihandina wê ya ser belavbûna neweşîya AIDS xelata Pulitzer qezenc kiribû.

“Ez pêgir im ku Amanda kesa herî baş e ku di qoxana guherînkar ya sedala 21an de pêşengîya VOA,” CEO’yê Desteya Weşanê ya Rêvebiran (BBG) John Lansing got.

Bennet wek herî dawî, di Washington Post de wek qunciknivîs kar dikir. Wê li ser destnîşankirina xwe ya wek rêvebira giştî ya VOA got ku ew dilgeş û heyecanî ye ku bibe beşeke dezgeheke girîng ya nûçevanîyê.

"Em tenê ew dezgeh in ku nûçe û agahîyên pêbawer, objektîf û rastîn ji hejmarên mein yên cîhanê re pêşkêêş dikin,” Bennet got.

XS
SM
MD
LG