Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bennett: Ku Cîhan Hember Îranê Pêngavan Nevêje, Îsraîl Dê Tenê Tehranê Bisekinîne


Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett îro di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bang li civata navnetewî kir ku bi yekhelwestî li dijî Îranê bisekine.

“Îran ber bi avakirina çekên navokî diçe. Ger cîhan hember wê pêngavan nevêje, Îsraîl wê bi serê xwe Îranê bisekinîne,” Bennett got.

Wî di axaftina xwe de qala pirsgirêkên dîrokî ya bi Filîstînîyan re nekir û li şûna wê hewil da ku Îranê wek belayê bona tevahîya ewlekarîya cîhanê nîşan bide.

“Programa navokî ya Îranê giheştiye qonaxeke gelek xeter û sebra me jî êdî nemaye. Gotin nikarin pêşî li zivirîna sentirfujan bigirin.”

Bennett di Hezîranê de li şûna Benjamin Netanyahu bûbû serokwezîrê Îsraîlê. Pispor bal dikşînin ku tevî ku awayê peyîvîna wî nermtir be jî, peyamên wî mîna wek yên Netanyahu bûn ku Îranê wek dijminê serekî nîşan dida.

Wî serokê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî, bi sedema rola wî ya eciqandina rikeberên xwe yên sîyasî, wek “qasabê Tehranê” bi nav kir û Îran bi piştgirîya dijminên Îsraîlê yên herêmî tawanbar kir.

Bennett îdia kir ku maytekirina Îranê ya li Lubnan, Yemen û Sûrîyê wêrankarî anîye wan dewletan.

XS
SM
MD
LG