Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gefa Karanîna Çekan Heye Lê 10 Hezaran Xwepêşander li Belarûsya Dimeşin


Arşîv: xwepêşandan li Minsk, paytexta Belarûsê

Roja Yekşemê 10 hezaran xwepêşanderên Belarûsya li paytet Minsk meşiyan û bang li serokê welat Alexander Lukashenko kirin daku dest ji kar berde û karvekişîna xwe ragehîne ku demek dirêje li ser desthilatê ye.

Xwepêşander meşiyan her çende gefên berpirsan yên karanîna çekan li dij wan hebûn.

Belarûsya yek ji komarên yekitiya Soveyeta berê ye û têkiliyên bi Moskow ra xurtin, Belarûsya çendîn heftene rastî meşên nerazî û xwepêşandan bûye , piştî hilbijartinên vê dawiyê Alexander Lukashenko bi zorî encamên hilbijartinên 9ê Tebaxê ku 80% yên dengan serkeftina xwe ragihandî. Alexander Lukashenko ji sala 1994ê û heta niha serokê welate.

Ajansa Interfax dibêje kesên îro beşdarî di xwepêşandan da kirîn nêzî 30,000 kes bûn, polîsan nêzî 50 kes girtine û li gelek herêmên bajar jiber xwepşandan jiyan rawesta bû. Dengên bihêz hatine bihîstin herweke bombeyên dengî peqiya bin li ciyê meşê hatine bihîstin.

Berpirsekê polîsan yê di astek bilind hefteya borî gotbû, mafê akaranîna çekan di dest polîsan da heye ku li dij xwepêşanderan bikar bînin.

Ji dema hilbijartinan heta niha deshilatê nêzî 13,000 kes girtine, di nav da berpirsên bilind yên opozisyonê yên ku neçûne derveyî welat, herwiha givaştin li ser ragihandinê zêde kirine.

Serokê opozisyonê Sviatlana Tsikhanouskaya ku niha li Lîtwanya dimîne, hefteya borî bang li Lukashenko kir bû ku 25 Cotmehê dest ji kar vêkêşe, eger na dê nerazîbûn li seranserî welat rû bidin û Belarûya rastî şelebûnê were.

XS
SM
MD
LG