Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbend Kirina Hatin û Çûnê li Taylend Berdewam e


Karbidestên Taylendî berbend kirina hatin u çûna bi şev li Bangokê û 23 parêzgehan bo sê rojên din zêde kir.

Jiyana rojane li Bankokê dîsa destpêkir piştî pevçûn û agir berdana ji aliyê xwenîşanderên dijî hikûmetê ve û tepeseriya leşkerê Taylenda li ser xwenîşanderan.

Hêzên parastinê ligel xwenîşanderên dijî hikûmetê roja Pêncşembî li seranserî Bankokê pevçûn, lê hikûmet radigehîne ku kontrol vegerandîye paytextê.

Her wisa, rêberekê din yê xwenîşanderan Pêncşembî xwe da destê polîsan. Vîra Musikapong daxwaza aştiyê kir û gote piştevanên xwe ku demokrasî nikare li ser tolvekirin û turebûnê ava bibe.

XS
SM
MD
LG