Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarên Partîya Demokrat Ser Koçberî, Nijadperestî û Afganistanê Axifîn


Berbijarên Partîya Demokrat yên bo hilbijartina seroktîyê ya Amerîk ya 2020’an cara sêyê di weşana zindî de kom bûn.

Cîgirê Serokê Amerîka yê Berê Johe Biden, ku di rapirsîyan de li pêş e, û Senator Elizabeth Warren ya di rapirsîyan de hema li dû wî tê, cara pêşî di eynî weşanê de bûn.

Berbijar pirtir ser sîstema saxlemîyê, nijadperestî, çekdarîya sîvîl, koçberî û Afganistanê axifîn.

Weşana zindî ya berbijarên Demokrat 3 demjimêran dom kir.

Temamê berbijaran dîyar kirin ku Serok Donald Trump pirtir berevanîya dike û dan zanîn ku Amerîka divê sîyaseta bo koçberan biguherîne.

Dema Joe Biden ser jîyana xwe diaxifî li salona nîqaşê dengê protestoyan hat. Nîqaş hat rawestandin û piştî xwepêşandaner ji salonê hatin derxistin, bernameyê dom kir.

Berbijar ser şerên bazirganîyê yên bi Çînê re jî peyivîn. Wan dîyar kir ku rêvebirîya Trump ser bo bazirganîya bi Çînê re ti stratejî çênekiriye.

Berbijaran di beşekê de bal kişand ser şerê li Afganistanê ku Trump heftaya borî danûstandinên aştîyê yên bi Talîbanê re betal kiribû.

Yek ji berbijaran Pete Buttigieg, ku berê di Artêşa Amerîka de xebitîye, got ku divê ew şeran rawestînin û bal kişand ku leşkerên niha 18 salî yên di artêşê de, dema êrîşên 11’ê Îlonê hîn nû ji dayik bûbûn.

Senator Elizabeth Warren jî dîyar kir ku ew nikarin bi bombeyan bo Afganistanê çareserîyê çêkin û banga çareserîya dîplomatîk kir.

XS
SM
MD
LG