Lînkên eksesibilîtî

Berdevkê Koalîsyonê: Li Reqa Hemî Rê Ketin Destê HSD'ê


Kolonel Ryan Dillon

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka dîyar kir ku li Reqa çekdarên DAIŞ’ê bi temamî dorpêç kiriye.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, da zanîn ku rêka ku li başûrê Reqa ye ketîye destê wê.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî piştrast kir ku rêya dawî ya ku çekdarên DAIŞ’ê pê ji Reqa derdiketin ketîye bin kontrola HSD’ê.

Berdevkê Koalîsyona li Dijî DAIŞ’ê, Kolonel Ryan Dillon dîyar kir ku hemî rêyên sereke yên Reqa di destê HSD’ê de ne.

‘’HSD ji çend alîyan êrîşan dibe ser çekdarên DAIŞ’ê yên ku rêberê wan ew terk kirine.’’ Dillon got.

Dillon bi berdewamî da zanîn ku HSD’ê, vê hefte 20 kîlometrekareya li Reqa û dora wê ji DAIŞ’ê sitandîye.

HSD’ê di serê Hezîranê de dest bi operasyona Reqa kiribû.

HSD dide zanîn ku li deverên ku bi dest xwe xistîye gelek tunelê bi hev girêdayî dîtine. Karbidestên HSD’ê dîyar dikin ku DAIŞ, li şûna şerê rû bi rû di ser tunelan re êrîşan xwekuj li dar dixîne û mayînan diteqîne.

Li gor raportên koalîsyonê li hindurê Reqa bi qasî 4000 çekdarên DAIŞ’ê hene.

Ji alîyê din ve Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku 100,000 sîvîl li Reqa asê mane û ji serê Hezîranê vir ve, herî kêm 173 sîvîl hatine kuştin.

Hin jêderên herêmî dibêjin ku sekvanên DAIŞ’ê sîvîlên ku hewil didin birevin dikujin.

XS
SM
MD
LG