Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Karvekişîna Xwe Ragihand


Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Avigdor Lieberman jiber agirbesta di navbera rêxistinên Fîlîstînî û Îsraîlê de bertek nîşan da û karvekişîna xwe ragihand.

Di çend rojên borî de di navbera Hamas û Îsrailê de pevçûnên herî gur yên çar salên dawî pêk hatibûn.

Lieberman piştî civîna li Knesset, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi ‘’radestbûna bo terora Hamasê’’ tawanbar kir.

Wî dîyar kir ku agirbesta bi Hamasê re, ku roja Sêşemê hatibû çêkirin, dê di qonaxeke demdirêj de zararê bide ewlekarîya Îsraîlê.

Lieberman, bi karvekişîna xwe re da zanîn ku Partîya Yisrael Beitenu (Îsraîl Mala Me Ye), ku ew serokê wê ye, dê ji hikûmeta koalîsyonê veqete û banga hilbijartina pêşwext kir.

XS
SM
MD
LG