Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berhem Salih Piştgirî Dide Xwepêşandaran û Banga Hilbijartinên Pêşdem Dike


Serokomarê Îraqê Berhem Salih îro Pêncşemê got ku divê qanûneke nû ya hilbijartinê were pejirandin ku hilbijartinên pêşdem werine kirin.

Salih di axaftina televîzyonî de piştgirî da xwepêşanderên dijî hikûmetê û daxwazên wan.

Wî got ku Serokwezîr Adil Abdulmehdî amade ye karvekişîna xwe bide, piştî ku rêberên sîyasî li ser navêkî şûngir li hev werin.

Qanûneke nû ya hilbijartinê dikare bandora komên sîyasî, ku piranî di bin bandora Îranê de ne, kêm bike û xwepêşander bi tundî wî daxwazê dikin.

Salih bal kişand ku peyvajoya amadekirina qanûneke nû dikare bi hefteyan belku mehan bikşîne û ofîsa wî dest bi hazirkirina qanûneke nû kiriye û çaverê ye hefteya tê ew pêşnîyar ji parlamanê re were pêşkêş kirin.

"Rewişa heyî nayê pejirandin û divê reformên berfireh pêk werin. Tiştê pêdivî ew e ku divê kesên ku tundî û tûjî li ser xwepêşandaran kirin, werin ceza kirin.”

XS
SM
MD
LG