Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berhem Salih Dibêje Ew Berbijarê ku Xwepêşander Qebûl Nakin Erkdar Nake


Serokomarê Îraqê Berhem Salih îro Pêncşemê red kir ku berbijarê fraksîyona bi piştgirîya Îranê ya jibo posta serokwezîrîyê erê bike.

“Li şûna kesekî ku ji alîyê xwepêşanderan ve hatiye red kirin, bo posta serokwezîrîyê erkdar bikim, ezê dest ji kar berdim,” Salih got.

Wî di daxuyanîya nivîskî de got ku jiber ku qanûna bingehîn ya Îraqê mafê redkirina namzetan nade wî, ew amade ye ku karvekişîna xwe raberî parlamanê bike.

Li Îraqê xwepêşandanên girseyî yên dijî hikûmetê di 1’ê Mijdarê de destpê kiribûn û li paytext Bexda û gelek bajarên din belav bûbûn.

Serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmehdî jiber protestoyan di 29’ê Mijdarê der karvekişîna xwe ragihandibû.

Xwepêşander dibêjin ku ew dijî perexwarinê, sextekarî û xizmetên xirab protestoyan li dar dixin û bang li sîyasetvanan dikin ku karvekişîna xwe ragihînin reformeên berfireh pêk bînin.

XS
SM
MD
LG