Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berhem Salih: Ger Lihevkirin Nebe, Ezê Serokwezîrekî Demkî Destnîşan Bikim


Serokomarê Îraqê Berhem Salih îro Çarşemê got ku ger partîyên sîyasî heta destpêka meha Şubatê ser kesekî nû hevbîr nebin, ewê serokwezîrekî demkî destnîşan bike.

“Ger partîyên sîyasî heta 1’ê Şubatê li şûna Adil Abdul Mehdî ser kesekî nû li hev nekin, ezê serokwezîrekî demkî destnîşan bikim,” Salih got.

Wî bi berdewam got ku ewê bêdudilî berpirsîya xwe ya destûrî pêk bîne û kesekî nû ji posta serokwezîrîyê re erkdar bike,

Hêjayî bîrxistinê ye ku Mehdî di meha Mijdarê de jiber xwenîşandanên nerazîbûnê dest ji serokwezîrê berdabû, lê heta ku yekî din were şûna wî li ser posta xwe mabû.

Dema ku ji alîyê Salih hatiye danîn nîşan dide ku partîyên sîyasî yên Şîa heta niha nekarîne bigehiştana rêketinekê ku serokwezîrekî nû hilbijerin.

Li Îraqê ji 1’ê Cotmehê vir ve li dijî sîstema partîyên sîyasî û dijî hikûmetê xwepêşandan çêdibin û daxwazên reforman tên bilind kirin.

Xwepêşanderên ku piranîya wan ciwan in, li hember hejarîyê derdikevin û dixwazin li Îraqê sîstema sîyasî biguhere.

Karbidestên Îraqî radigihînin ku di xwepêşandanan de heta niha 450 kes li seranser wî welatî hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG