Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan Tara Husên Ser Girtina Bêrîvan Zîn Diaxive


berivan zin
berivan zin

Çalakvana warê Jinan Tara Husên ji Hewlêr dide zanîn ku berîya 10 rojan çalakvana Jin,Bêrîvan Zîn welatiya Almanî û endama partiya çep (PDS) ji aliyê asayişa Duhok de hatiye girtin, heya niha tu pêzanîn derheqa girtina wê de nayên zanîn.

Roja Sêşemê hind çalakvanan li Hewlêr dixwestin li parka Şander mêtîngek protestoyî derheqa girtina Bêrîvanê de, encam bibin, lê asayîşa Hewlêr rê neda ev çalakî pêkwere.

Bêrîvan Zîn
Bêrîvan Zîn

Tara Husên çalakvan di warê jinan de, di hevpeyvîna xwe ya li gel pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, dide zanîn, ku Bêrîvan hatiye revandin, nek ew bi eşkerayî hatiye girtin, herweha dibêje jiber ku Bêrîvan ev 10 roj in girtiye û kesek ne ciyê wê dizanê ne sedemên girtina wê di zelal in, jiber vê yekê Bêrîvan hatiye revandin û windakirin, weke Tara Husên dibêje.

Janî Dîlan derheqa girtina çalakvan Bêrîvan Zîn, endama partiya Çep ya Almanî û endama Heyva Sûr ya Kurdistanê, hevpeyvîbekli gel çalakvana di ware jinan de Tara Husên encamp daye.

hevpeyvin li gel Çalakvan Tara Husên
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:50 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG