Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Alman li Êrîşkar Digerin Û Welatên Ewrupî Soza Hevkariyê Didin


Cihê êrîşa Berlin bi Almanî nivêsaye Çima? li Dêra bîranînan li bajarê Berlin dema Kamyonekê daye ser bazarekî cejnên bûnê.

Der Spiegel dibêje polîsên Alman li kesekî din yê Tunisî digerin ku weke bergomanê sereke yê êrîşa Berlin tê dîtin, herweha welatên Ewrupî derbarê gefên terorê di hevkarî û têkilyan dan e.

Serokê Fransa Francois Hollande li balyozxana Almaniya li Parîs beşdar bû, di behiya 12 Almanên di êrîşa Berlînê de hatbûn kuştin, Hollande got Îstîxbarata Fransî jibo alîkariya Almaniya û gefên terorê di têkilyan dan e.

Hollande roja Çarşemê deftera Behînamê li balyozxana Almaniya li Parîs îmze kir û xembariya welatê xwe jibo kuştina 12 kesan û birîndarbûna 50 kesan anî ziman û soz û amadekariyên hevkarî û alîkariyê jibo almaniya anîn ziman. Desthilatdarên Alaman hevkarî û alîkarî dabûn Fransa dema êrîşeka weke ya Berlinê li Tîrmeha borî li bajarê Nice yê Fransa pêkhat bû. Dewleta Îslamê (DAIŞ) ev êrîş girtine ser xwe.

Li aliyek din Kovara Der Spiegel ya Alamanî di hejmara elektronî ya roja Çarşemê de dinivîse, Polîsê Almaniya li kesekî Tunisî digere ku weke encamderê êrîşa Berlin tê dîtin.

Ajansan doh ragihand bûn ku piştî êrîşa Berlin pêkhatî kesekî Tunisî hatiye girtin lê paşî derket holê ku kesê hatî girtin ne ew kesê êrîşkare.

XS
SM
MD
LG