Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Almanî li Bergumanê Êrîşa Berlînê Digerin


Levekolên Almanî radigihînin ku wan rêça tilîya bergumanê Tûnisî dîtye ku êvara Duşemê qamyonek ajotibû ser girseyekê û 12 kes li Berlînê kuştibûn, bi dehan kesên din jî birîndar kiribûn.

Ji dema êrîşê heta niha polîsên Almanî êrîşvanê êrîşa Berlînê digerin ku navê wî wek Anis Amri hatibû eşkere kirin.

Medya Almanî ragihand ku polîsên Almanî li bajarê Dortmund 4 kes desteser kirine ku peywendî ligel Amri kiribûn, lê dozgerê federal ew îdia red kir û got ku ew nikarê ti hûrgilî bide.

DAIŞê ew êrîşa ku pîrozbahîya Krîstmisê kiribû armanc, rakiribû ser xwe ku ji sala 1980’î vir ve êrîşa herî kujêr ya li nav axa Almanya bû.

Piştî êrîşa Berlînê xem û tirsên êrîşên hember pîrozbahîyên Krîstmisê li seranser Ewrupa zêde bûne û pîvanên ewlekarîyê têne xurt kirin û li pêş dêran jî polîs têne danan.

Sala borî jî li Fransa çend bazerên vekirî bûbûn aranca êrîşên terorîstî û bi dehan kes di wan êrîşan de hatibûn kuştin û birîndar kirin.

XS
SM
MD
LG