Lînkên eksesibilîtî

DAIŞ Berpirsîya Êrîşên Tehranê Digire Ser Xwe


DAIŞ’ê, di sera ajansa Amaq’ê re ragihand ku berpirsîya êrîşa li parlementoya Îranê û ya li gora Ayetullah Xumeynî digire ser xwe.

‘’Çekdarên Dewleta Îslamî êrîşên li gor Xumeynî û parlementoya Îranê li dar xistin’’ Amaq’ê nivîsî.

Rêxistina tundrê, di daxuyanîyeke din ya li ser heman ajansê de da zanîn ku êrîşa li tirba Xumeynî ji alîyê du êrîşvanên xwekuj hatîye li dar xistin.

Her du êrîş serê sibê li dû hev pêk hatibûn ku medya Îranê radigihîne ku heta niha 7 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG