Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsîya Êrîşên li Bexda DAIŞ'ê Girt Ser Xwe


Berpirsîya du êrîşên xwekujî yên li Bexda ya paytexta Îraqe Dewleta Îslamî (DAIŞ) girt ser xwe.

Bi êrîşên xwekuj, ku do Pêncşemê li bazareke li navenda Bexda çêbûbûn, 32 kes hatibûn kuştin û bi kêmî 110 kesên din jî birîndar bûbûn.

Amaq News, ku wek ajansa nûçeyan DAIŞ’ê tê zanîn, roja Înê ragihand ku wê rêxistinê êrîşên xwekujî li dar xistine.

Berpirsên berevanîya Îraqê piştî êrîşên xwekujî gotibûn ku dibe ku di êrîşan de tilîya DAIŞ’ê hebe.

Êrîşên xwekujî yên li Bexda piştî DAIŞ di sala 2017’an de hatibû têk birin kêm bûbûn û ya herî dawî di serê sala 2018’an de li dar ketibû.

XS
SM
MD
LG