Lînkên eksesibilîtî

Çar Dewletên Ereb Bersîva Peymana Amerîka û Qatarê Da


Wezîrên karên derve yên Amerîka û Qatarê li Doha

Çar dewletên Ereb yên ku Qatarê boykot dikin, bersîva ‘’lihevkirina têkoşîna li dijî terorê’’ ya Amerîka û Qatarê da.

Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Bahreyn û Misir ragihand ku mutebakata Amerîka û Qatarê ne bes e û ewê toleyên wan bidome.

Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson, roja Sêşemê serdana Qatarê kiribû û herdu dewlet mutebakateke ser ‘’têkoşîna li dijî terorê û rawestandina aborîya terorê’’ îmza kiribû.

Her çar dewletên Ereb, Amerîka jiber hewildanên wê yên jibo çareserîya kêşeya dîplomatîk pîroz kir û dîyar kir ku ewê ji nêz ve têkoşîna Qatarê ya ser aborîya terorîzmê bişopînin.

Wezîrê Karên Derve yên Qatarê Şêx Mihemed bîn Evdirehman es Sanî dîyar kir ku peyamana wan bi Amerîka re îmza kiriye, ne jibo kêşeya bi çar dewletên re Ereb re çêbûye ye.

Tillerson di daxuyanîya hevpar de da zanîn ku Amerîka û Qatar, ewê tev tev şopa aborîya terorê bişopînin, jibo ewlehîya herêmê hevkarîyê bikin û pirtir bixebitin.

Wezîrên karên derve yên çar dewletên ku Qatarê boykot dikin ewê îro Çarşemê, li Cîdde ya Erebîstana Saudî kom bibin.

Tillerson jî dê beşdarî civînê bibe.

Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Bahreyn, Qatar bi piştgirîya terorê tawanbar kiribû û meha borî li dijî wî welatî ambargo ragihandibû.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG