Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bersiva Rêberên Cîhanê li Ser Mirina Qezafî


Bersiva Rêberên Cîhanê li Ser Mirina Qezafî

Rêberên cihanê pîrozbayê li gelê Lîbya dikin bo destpêkirina serdemek nû, piştî roja Çarşembî hat ragehandin ku rêberê Lîbya yê berê, Kolonêl Muamer Qezafî miriye.

Wezîra Derve ya Amerîka, Hillary Clinton, gote ajansa peyamên Fox News ku piştrast kirina mirina Qezafî dê bîte egera diltenahîyê. Wezîra Derve herweha gote Ajansa Peyamên CBS ku herçende ku Qezafî hate kuştin, lê eve şerî li wî welatî bi dawî na îne.

Senatorê Amerîkî û berbijarê berê yê partiya Komarî John McCain roja Pêncşembî got mirina Qezafî “nîşana bi dawî hatina qûnaxa yekê ya şorişa Lîbya ye.” Wî ji Amerîka û hevalbendên wê yên Ewropî û Erebî xwest ku piştevaniya xwe bo gelê Lîbya bi xortir bikin.

Serokê Yekîtiya Ewropî Herman Van Rompuy û Serokê Raspêriya Ewropî Jose Manuel Barroso di gotareka hevpişk de got ragehandina mirina Qezafî “nîşana bi dawî hatina serdemê zordariyê û tepeserkirinê ye.”

Serokwezîrê Îtalya Silvio Berluscon li ser mirina Qezafî got, “şer bi dawî hat.”

XS
SM
MD
LG