Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengê Zengila Dêran li Bajarokê Bertulla Tê Bihîstin


Nexşeya Operasiyona Musil
Nexşeya Operasiyona Musil

Ajansa Reuters ji bajarokê Bertulla li Nêzîk Musli li bakurê Îraqê ragihand ku, piştî dengê bombe û top û tivengan bêdeng bûyî û bajarokê ku, piraniya xelkê wê Kirîstiyanin, ji çekdarên DAIŞ hat paqijkirin, piştî du salên bêdengiyê zengila dêran li Bertulla hat lêdan.

Ji encama operasiyona rizgarkirina Musil, leşkerê Îraqê bi hevkariya hêzên esmanî yên hevpeymanan roja pênşemê bajarokê Bertulla rizgar kirin, roja Înê zenga dêrên bajêr hat lêxistin, piştî ku ev bajarok sala 2014an ji aliyê çekdarên DAIŞ de hatbû dagîrkitin û xelkê bajêr ku, Kirîstiyanên Aşûrî ne hatbûn derkirin.

Berpirsekî meydanî yê hêzên pêşmergan ku, herêmeke berfireh li dewrûberên Musil ji çekdarên DAIŞ kontrol kirine gote ajansa Reuters, bajarokê Qereqoş hêjî nehatiye rizgarkirin, ku piraniya xelkê vî bajarokî jî, oldarên kirîstiyan in.

Berpirsên leşkerî li herêma şer dibêjin, çekdarên DAIŞ bi riya kesên xwekuj gelek êrişan li dij hêzên wan pêk tînin, ev dibin rêgir ku, gund û bajarokên nêzîk bajarê Musil direng bihên rizgarkirin.

Wek tê zanîn roja 17 vê mehê leşkerê Îraqê û Hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê bi alîkariya hevpeymana navnetewî ya şerê li dij DAIŞê dest bi operasiyona rizgarkirina Musil kir bûn, ku bajarê herî dawiyê ye li Îraqê di jêr kontrola çekdarên DAIŞ de mayî.

XS
SM
MD
LG