Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Befir Barîn Û Bandora Ser Rewşa Welatiyan


Befir li Berwarî Bala - Gundê Dêrîşkê Parêzgeha Duhok, Herêma Kurdistana Îraqê
Befir li Berwarî Bala - Gundê Dêrîşkê Parêzgeha Duhok, Herêma Kurdistana Îraqê

Li herêma Berwarî Bala, seqayê sar bo sedema barîna Befirek mezin, berî ku cotkarên li herêmê berhemê xwe yê sêvana ji nava zeviyan bigehînin bazaran li bajarên herêma Kurdistanê Berif biser de hat.

Cotkarên li herêmê gazinan ji berpirs û desthilata heyî dikin, jiber ku, berhemê wan yê sêvan êdî buha nake û têçûnên veguhastina wan bû bazaran ji buhayê firotinê zêdetire, welatiyên li herêmê sedema bê qîmetîya sêvan vedigerînin bo anîna sêvan ji Îran û Tirkiyê.

Cotkarê herêmê "Bişar Mustefa" ji gûndê Sararo dibêje Denê Amerîka "berhemê sêvên îsal gelek baş bû, lê hemî ketin ser erdê û çi qîmet nake, em nikarîn mesrefê lê bikîn û bibîn bajarî jiber ku, sêva Îranî û Tirkî bazar pir kirîye".

Ji aliyek din ji egera aloziyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexda de, heta niha Gaza spî ya gerim kirinê bi ser welatiyan de nehatîye belav kirin û buhayê wê li bazarê reş jî gelek girane di şiyanên welatiyan de nîne bikirin û xwe ji zivisana dijwar biparêzin û gerim bikin.

Barîna Befrê Û Rewşa Welatiyan li Herêma Berwarî Bala
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:08 0:00

XS
SM
MD
LG