Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Besam Mustefa: Rejîma Sûrîyê Hewl Dide Kurd Nebin Yek


Besam Mustefa: Rejîma Sûrîyê Hewl Dide Kurd Nebin Yek

Roja Duşemê endamê polîtburoya Partîya Demokrata Kurd li Sûrîyê, Nesredîn Burhik li derdora bajarê Dêrîkê ji hewldaneke terorkirinê rizgar bû. Lê, ew nuha li nexweşeneyeke Qamişlo tê derman kirin. Malbat û dostên wî radigihînin ku rewşa wî aram e. Wekî hatibû ragihandin, Birêz Burhik ji alyê kesine nenaskirî ve hatibû gulebaran kirin.

Di vê derbarê de, Besam Mustefa, rojnamevan û nivîskarê Kurd dibêje, ev yek e ji karên rejîma Sûrîyê ye ku qet naxwaze yekîtîya Kurdan pêk were.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de, Birêz Musfeta her wisa şirove dike ev nîşaneke bo Kurdan ku asta beşdarîya xwe di şoreşa Sûrîyê de bilindtir bikin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG