Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsmaîl Beşîkçi li Dîyarbekirê Beşdarê Panelekê Bû


Nivîskar û Civaknas Îsmaîl Beşîkçi di çarçova Pêşengeha Pirtûkan ya Dîyarbekirê de li ser dîroka Kurdan konferansek da.

Birêz Beşîkçî dîyar kir ku rewşa heyî baştir bûye jiber ku 25 sal berê wan nikaribû li ser Kurd û Kurdîstanê bi azadî nîqaşan bikirana. Dr. Beşîkçî got "divê bê zanîn ku ev derfeta heyi bi saya tekoşîna gerîlayên PKK'ê ye."

Îsmaîl Beşikçi da zanîn ku gelê Kurd di dîrokê de sê caran hatine perçe kirin. Beşîkçî wiha dewam kir "Ger netewek di diroka xwe de li ser axa xwe, gelek caran hatibe perçe kirin, di vî gelî de kêmahîyek mezin heye."

Birêz Beşîkçî helwesta dewletên dijî Kurdan jî rexne kir û got "bela ku Kurd ne xwedî dewlet bûn, dewletan cîhanê çav û guhên xwe li rewşa Kurdan girtin: Li Mahabadê, li Helepçê û li gelek malwêranîyên din hatin ser Kurdan."

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:42 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG