Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meral Daniş Beştaş: Bûyera Sirûcê Provokasyoneke Mezin E


Parlamantera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Meral Danış Beştaş ser bûyerên Sirûcê got ku ‘’provokasyoneke mezin e’’

Roja Pencşemê, dema Parlamenterê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Îbrahîm Halîl Yildiz li Sirûcê serdana sûka firoşgehan dikir, nîqaş çêbûbû û di êrîşên bi kêr û çek de 4 kes hatibûn kuştin.

Beştaş dîyar kir ku hîn berî nasnameya kuştîyan eşkere bibe nûçeyên wek ‘’PKK’ê êrîşî nûnerên AKP’ê kir’’ belav bûne.

‘’Ew ne tiştekî normal e. Bi vî zimanî dixwazin êrîşên xwe veşêrin û civakê manîpule bike’’ Beştaşê got.

Wezîrê Karên Hindur yên Tirkîyê Suleyman Soylu îdia kiribû ku êrîş ji alîyê firoşgehan ve hatiye plan kirin.

Beştaş da zanîn ku yên ku bûyer plan kirine kesên çûne serdanê ne û xwest ku dîmenên kamerayên wan sûkan werin kontrol kirin.

XS
SM
MD
LG