Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bêtir Kes li Sûrîyê Hatin Kuştin


Çalakvanên Sûrîyê dibêjin di tundûtûjîya roja Duşemê de li seranserî welat 56 kes hatine kuştin, li dema ku diplomat agahdarîyeke sade ji serokê şandeya çavdêrên NY li ser erdê çaverê dikin.

Berpirsê Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanya ye, Rami Abdulrahman, bi riya telefonê gote Dengê Amerîka ku şerê herî giran li bajarê Humsê û hin deverên Şamê bû. Wî got, du zarok di nav ew kesên ku li Dûma hatin kuştin de bûn, cihê ku hêzên hikûmetê ev çend roj wê bombebaran dike.

Jimara kuştina bi awayekî serbixwe nayê piştrast kirin.

Zêdebûna asta tundûtûjîyê hişt ku 300 çavdêrên bêçek yên NY karê xwe berî du rojan rawestînin. Neteweyên Yekbûyî çavdêrên xwe şand Sûrîyê da ku çavdêrîya cîbicîkirina plana aştîyê ya şeş xal û agirbest ji alîyê Kofî Annan hatibû birêve birin bikin. Agirbest yekcar pêk nehat û girûbeke çavdêran hefteya borî rastî êrîşekê li bajarokê Hifê hatin.

Hin dîplomatan li NY piştrast kirin ku serekê şandeya çavdêr, General Robert Mood dê axaftinekê li pêş Civata Ewlekarîyê li ser krîza li Sûrîyê bide li dema şêwirdarîyên girtî roja Sêşemê. Divê Civata Ewlekarîyê ya NY biryarê bistîne ka ewê karê şandeyê 15’ê Tîrmehê careke din nû bike.

Balyozê Brîtanya li NY, Mark Lyall Grant got, ewê egera vekêşana şandê pêşwext neke jiber pêşketinên vê dawîyê li ser erdê.

Balyozê Brîtanî dibêje, ew gelekî xemxwar e derbarê zêdebûna asta tundûtûjîyê, û berpirsa hemû van tiştan rejîma Sûrîyê ye. Birêz Grant herwiha dibêje ew bawer e ew dixwazin ji General Mood bibihîzin û bizanin ka ew li ser sînaryoya şandeyê çi hizr dike. Mark Grant pêde diçe û dibêje nuha gelek welatên endamên Civata Ewlekarîyê hene pirs dikin ka pêşeroja şandeyê çi ye, di nav de dirêjkirina plana Annan.

Karbidestên opozisyona Sûrîyê li Stenbolê, di nav de Bassam Imadi ji Encûman Niştimanî ya Sûrî, got ew bawer dikin şandeya NY bi serneketîye.

Hemdem, Serokê Komkara Ereb Nebîl El-Araby di dema serdanekê bo Qubrisê de got, hêzên aştîparêz yên navnetewî divê bên şandin bo Sûrîyê.

Birêz El-Araby dibêje, dema du alî hebin ku berê xwe dane şer, mirov nikare kesekî bişîne ku çavdêrîya wan bike, eger herdu alî qebûl nekin. Nebîl El-Araby herwiha dibêje, lewra pêdivî bi kesekî heye ku agirbestê ferz bike. Ne şer, lê tenê agirbest.

Li dema Nebîl El-Araby got krîza li Sûrîyê kêşeyeke navxweyî ye, wî got kombûna navbera rêberên Amerîka û Rûsya li rex çalakîyên kombûna G20 li Meskîkê dê bibe girîngtirîn helkeft jibo eşkerekirina piştgirîya ji derve bo hewldanên dawîkirina nakokîyê li Sûrîyê, bi rîyekê ku maf bide gelê Sûrîyê ku daxwazên xwe yên rewa bi dest bixînin.

Serokê Amerîka Barack Obama û yê Rûsya Vladimir Putin di daxuyanîyeke hevbeş piştî kombûnê gotin, wan bawerîyeke yekbûyî heye ku divê gelê Sûrîyê derfetê bistîne ku pêşeroja xwe bi awayekî demokratîk destnîşan bike. Herdu rêberan qet behsa cudahîyên xwe nekirin ser çawanîya çareserkirina nakokîya Sûrîyê.

Rûsya hevalbendeke demdirêj ya Sûrîyê ye û Serok Beşar el-Esed çend ji sizayên NY parastîye ku ji alîyê hêzên Rojava û Ereb pêk hatin dijî desthilatdarîya wî ya 11 salan in.

Berpirsa Bilind ya Mafên Mirovan li NY, Navi Pillay, roja Duşemê li Jinêvê got, dibe ku hikûmeta Serokê Sûrîyê Beşar el-Esed bi tewanên şer jibo kuştina sivîlên bêsûc were gunehbar kirin.

Xanim Pillay dibêje, divê hemû binpêkirinên mafên mirovan li Sûrîyê ji hemû alîyan de were bidawî kirin. Pillay di destpêka rûniştina 20an ya Civata Mafên Mirovan ya NY got, divê hikûmeta Sûrîyê bikaranîna çekên giran û êrîşbirina ser deverên rûniştvanan demûdest rawestîne. Wê got, ev kar wekî tewanên dijî mirovahîyê û renge tewanên şerê tên hesibandin.

Hêzên Opozisyonê dibêjin bêtir ji 14 hezar kes ji dema serhildanê Adara sala borî destpê kiriye hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG