Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Êrîşa Rojhilatê Bexda Digire Ser Xwe


Herî Kêm 16 Kes li Îraqê Hatine Kuştin

Çavkaniyên polîsê Bexda ragihandin ku, serê sibeya roja Pênşemê li rojhilatê bajarê Bexda li dij bazarekî peqînek pêkhat di encama peqînê de 9 kes hatine kuştin, ambolans her zû gihane cihê bûyerê, peqîn bi riya trombêlek bombekirî li dij bazarekî Şîian pêkhatiye.

Ajana Aamaq ya ku, weke ajansa Dewleta Îslamê (DAIŞ) tê naskirin liser malpera xwe ya Internetê ragihand ku wan bi riya trombêlek bombekirî êrîş li dij bazarekî ku xelkê wê Şîía ne, li herêma el-Ubayidî li rojhilatê Bexda pêk anîye.

Wek tê zanîn ji destpêka vê heftiyê zincîrek peqînan li herêmên cûda yên Îraqê pêkhatin, di van peqînan de zêdetirî 60 kes hatine kuştin, DAIŞê xwe weke berpirs ji wan êrîşan ragihand bû.

XS
SM
MD
LG