Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşvanekî Xwekuj yê DAIŞê 3 Kes li Bexda Kuştin


Di vê wêneya arşîvê de hemwelatîyekî Îraqê reaksîyon ji êrîşê re nîşan dide
Di vê wêneya arşîvê de hemwelatîyekî Îraqê reaksîyon ji êrîşê re nîşan dide

Karbidestên Îraqî dibêjin, êrîşvanekî xwekuj xwe li Meydana Tayaran ya navenda Bexda peqand û herî kêm 3 kes kuştin, 22 kesên din jî birîndar kirin.

Karbidest didine zanîn ku koma tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ew êrîşa ku komeke kerkeran kir armanc, rakiriye ser xwe.

DAIŞê di daxuyanîyekê de ku di înternetê de hat weşandin got ku endamên wê êrîş pêk anî û armanc jî hêzên paramîlîter yên Şîa bûn.

Hêjayî bîrxistinê ye DAIŞê di sala 2014'an de herêmên fireh li Îraqê xistibûn bin kontrola xwe, lê di demên dawî de hêzên Îraqê û hevalbendên wê hin hereman jinûve ji wê koma tundrê standibûn.

XS
SM
MD
LG