Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bang li Bexda û Hewlêrê Dike ku Dîyalogê Çêkin


Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê ragihand ku jiber êrîşên gur yên li dora Altınkoprî ya li bakurê Îraqê Amerîka ketiye fikaran.

Wezaretê da zanîn ku rewşa wê dere ji nêz ve dişopînin û bang li alîyên şer kir ku ji tevgerên xwe yên tundûtûjîyê vekişin û vegerin rewşeke aram.

Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku ew ji fermana Serokê Îraqê Heyder Abadî, ku gotibû bila hêzên federal êrîş nekin û welatîyên Kurd yên Îraqê biparêzin, razî ne.

Wezaretê bang li rêvebirîya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê kir ku wek ku wan ji bîragiştî re eşkere kiriye, di ser qanûna bîngehîn ya Îraqê re, dîyalogê çêkin.

Di daxuyanîyê de, ku ji alîyê Berdevka Wezareta Derve Heather Nauert ve hat belav kirin, hat gotin ku Amerîka berevanîya Îraqeke federal, yekgirtî û bi îstiqrar dike û Herêma Kurdistanê wek pareçeyekê wê dibîne.

Wezaretê dîyar kir ku armanca wan li Îraqê niha têkbirina DAIŞ’ê ye û bang li hikûmetê kir ku hevkarîya xwe ya bi koalîsyona cîhanî re xurt bike.

XS
SM
MD
LG