Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Herêma Kurdistanê: Bexda Dîyalog Red Kir û Dest bi Cengê Kir


Arî Mamçe, Berdevkê Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî, dîyar kir ku hêzên Îraqî dest bi "cengeke dijî Kurdan" kirine.

Mamçe da zanîn ku hikûmeta Îraqê nexwestîye bi rêka dîyalogê kêşe çareser bibin.

"Mixabin ku hikûmeta Îraqê li şûna dîyalogê, leşkerên xwe şandin û êrîşî me kirin. Daxwaza me ya dîyalogê red kirin û dijî me dest bi cengê kirin" Mamçe got.

Artêşa Îraqê bi daxuyanîyekê ragihand ku hêzên wan di operasyona Kerkûkê de pêşde diçin.

Karbidestên artêşê dîyar kir ku Bingeha Leşkerî ya K1, ku li rojavayê Kerkûkê ye, ketiye bin kontrola wan. Rêvebirîya Herêma Kurdistana Îraqê ser vê mijarê ti agahî nedaye hîn.

XS
SM
MD
LG