Li gor Reuters’ê di êrîşeke xwekuj ya bi tankereke bombebarkirî de, herî kêm 17 kes li Bexda hatin kuştin, 60 kesên din jî birîndar bûn.
Karbidest dîyar kir ku ti rêxistin berpirsîya êrîşa li başûrê Bexda negirtiye ser xwe.
Hêjayî balkişandinê ye ku DAIŞ’ê vê dawîyê li Bexda êrîşên bi heman rengî li dar xistibûn.
Piştî Artêşa Îraqê di meha Cotmehê de dest bi opeasyona rizgarkirina Mûsilê kir, DAIŞ’ê êrîşên xwekujî zêdetir kirin.
Ji alîyê din ve, fermandarên Îraqî radigihînin ku ew ketine Bajarê Kevn yê Mûsilê û Mizgefta el-Nurî dorpêç dikin ku serokê DAIŞ’ê Ebubekir el-Bexdadî, di sala 2014’dan de ji wir xîlafeta xwe ya li ser erdên Îraq û Sûrîyê ragihandibû.
Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka jî bi êrîşên esmanî hevkarîya hêzên Îraqî dike.