Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda ya Paytext Du Êrîşên Xwekujî Çêbûn


(arşîv)
(arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku li bazareke Bexda ya paytexta Îraqê, di du êrîşên xwekujî de bi kêmî ve 13 kes hatine kuştin û pirtir ji 30 kesên din jî birîndar bûne.

Reutersê ji zarê jêderên leşkerî yên Îraqê dîyar kir ku du kesên li ser wan êlegên bi bombe hebûne xwe li bazarê peqandine.

Li gor Wezareta Navxweyî ya Îraqê rewişa hin birîndaran giran e û dibe ku hejmara kuştîyan zêdetir bibe.

Berpirsîya êrîşê hîn ti rêxistinekê negirtiye ser xwe.

Êrîşên xwekujî yên li Bexda piştî Dewleta Îslamî (DAIŞ) di sala 2017’an de hatibû têk birin kêm bûbûn û ya herî dawî di serê sala 2018’an de li dar ketibû.

XS
SM
MD
LG