Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Bexdayê de Herî Kêm 4 Kes Hatine Kuştin


Ajansa Reutersê ji jêderên saxlemîyê û polîsan ragihand ku di pevçûnên îro de herî kêm 4 kes li Bexda hatine kuştin.

Pevçûnên îro Bexda qewimî, piştî ku polîsan hewil dida ku xwepêşandaran neçar bike ku ew herin kampa xwe ya li navenda paytext Bexda.

Tevî ku du rojên borî li Îraqê aramtir bûn, îro 3 xwenîşander bi gazên rondirêj û kesek jî ji alîyê bombeya çokê ya hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin.

Reuters bi bîr tîne ku hejmara giştî ya kesên ku di xwepêşandnaên nerazîbûnê de hatine kuştin ji 300 kesan pirtir bûye.

Kameravanê ajansê ragihand ku polîsan bi guleyê rastîn û yên plastîk û gazên îsotê hewil dan ku bi sedan xwepêşanderên li Qada Tehrîrê ji hev cihê bikin.

Hêman jêderî dîyar kir ku bi dehan kesên din jî birîndar bûn û ambulansan hatin cîhê bûyerê ku wan veguhezînin nexweşxaneyan.

XS
SM
MD
LG