Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ: Kurekî Bexdadî li Sûrîyê Hate Kuştin


Ala DAIŞ'ê li ser maleke hilweşîyayî

Dewleta Îslamî (DAIŞ) ragihand ku yek ji kurên rêberê wan Ebubekîr El Bexdadî, Hudayaf El-Badrî li Sûrîyê di pevçûnan de hatiye kuştin.

Ajansa nûçeyan ya Amaqê, ku propagandaya DAIŞ’ê dike, dîyar kir ku El-Badrî li Humsê dî santraleke elektrîkê de hatiye kuştin.

Amaqê da zanîn ku El-Badrî di operasyoneke dijî Rûs û Nusayrîyan de hatiye kuştin û wêneyekî wî ya bi çek weşand.

Bexdadî li kû ye û sax e yan na, nayê zanîn ku lê nûçeya Amaqê nîşan dide ku wek ku rêberê rêxistinê sax e.

Piştî, DAIŞ di sala 2014’an de ketibû Îraqê gelek caran nûçeyên kuştina Bexdadî belav bûbûn, lê ti ji wan piştrast nebûbûn.

DAIŞ’ê di sala 2014’an de li ser axa Îraq û Sûrîyê xîlafet ragihandibû û piştî operasyonên hêzên navneteweyî yên dijî rêxistinê, niha herêmeke biçûk di destê wê de maye.

Amerîka dabû zanîn ku ewê bo girtina Bexdadî, 25 mîlyon dolar bide.

XS
SM
MD
LG