Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bexdadî Banga Şerekî Xurt Dike, DAIŞ jî Berevanî li Mûsilê Dike


Ebu Bekir Bexdadî

Rêberê DAIŞ'ê Ebu Bekir Bexdadî do di peyameke dengî de, ku di medya civakî de hatibû parve kirin, gotibû ku "mirina bi rûmet hezar car ji vekêşana rûreş hêsantir e.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, kêmtir jî 5,000 çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) hewil didin ku berevanî li Mûsilê bikin û ferman ji wan re hate dayîn ku heta mirinê şer bikin.

Bexdadî ji şoperên xwe xwestibû ku "paşve nekşînîn jiber ku ew şerekî piralî ye û cîhada mezin tenê bawerîya wan xurtir dike.”

Piştî mesaja dawîya sala borî, ev peyama yekê ye ku Bexdadî belav dike û tê de taybetî behsa operasyona Mûsilê dike.

Jêderên îstixbaratî yên Amerîkî dibêjin ku sedem tune ku ew ji rastîbûna peyama Bexdadî guman bikin û wiha xuya ye ku mesaj di demeke nêzîk de hatiye tomar kirin.

XS
SM
MD
LG