Lînkên eksesibilîtî

Berdevkê Amerîkî: Ger Bexdadî Sax Be jî Bandora Wî Nemaye


Berdevkê koalîsyona li dijî DAIŞ'ê ya bi pêşengîya Amerîka Ryan Dillon dîyar kir ku ser saxbûn yan mirina serokê rêxistina cîhadî Ebubekir El-Bexdadî, ti delîl tune ye.

Dilon, di brifînga rojane ya Wezareta Karên Derve yên Amerîka de da zanîn ku ger Bexdadî sax be jî, ti bandora wê ya li ser pevçûnên li Îraq û Sûrîyê nemaye.

‘’Em dizanin ku ger Bexdadî sax be jî bandora wê li ser cenga li Reqa û Mûsilê nemaye û nikare rêberîya DAIŞ ya ku tim axa di destê wê de kêm dibe bike.’’ Dilon got.

Rûsya ragihandibû ku di êrîşeke wê ya esmanî ya di 28’ê Gulanê de li dar ketîye de, hin fermandarên payabilind yên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Wezîrê Karên Derve yên Rûsya Sergey Lavrov jî gotibû ku ‘’gumaneke xurt heye ku Bexdadî di wê êrîşa esmanî de hatîye kuştin’’

XS
SM
MD
LG