Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Kuştîyên Peqîna Beyrutê Giheşt 135 Kesan


Wezîrê Saxlemî yê Lubnanê Hamad Hasan îro Çarşemê ragihand ku hejmara kuştîyên di peqîna hêzdar ya Beyrutê de giheştiye 135 kesan.

Hasan ji televîyona Al Manar re got ku heta niha 135 kes di peqînê de hatine kuştin û nêzî 5,000 kesên din jî birîndar bûn.

Wî bi berdewamî da zanîn ku hîn bi dehan kesên din jî hinda ne û bizavên lêgerîna wan didomin.

XS
SM
MD
LG